Mesrûr Barzanî çend biryarên giring di berjewendiya Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê de dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ku ji bilî danîna kevirê bingehîn ê sayloya Helebceyê, ji nêzîk ve hevdîtin bi berpirsên îdarî yên herêmê re kir û herwiha çendîn civîn û gotûbêjên rûbirû ligel hinek ji xelkê navçeyên cuda yên her du parêzgehan re pêk anîn.

Di van hevdîtin û civînan de, berpirsên îdarî û welatiyan behsa pirsgirêk û kêmasiyên navçeyên xwe kirin û çendîn daxwaz û pêşniyar pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hûrî guhdarî daxwazên wan kir û soz da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi hemû derfetên xwe xizmeta xelkê her du parêzgeh û navçe û gundên wan bike.

Di vê derbarê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî çendîn biryarên girîng ji bo zêdetir xizmetkirina welatiyên her du parêzgehên Silêmanî û Helebce û her du îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê dan.

Beşek ji biryaran:

Parêzgeha Silêmaniyê

- Ji bo çareserkirina pirsgirêka nehevsengiya hejmara karmendan û hêsankirina dagirtina pêwîstiyên mîlak û berzkirina kargêriya saziyên hikûmetê li wan navçeyan, Serokwezîr razemendî li ser wê da ku parêzgarên Silêmanî û Helebce û îdareyên serbixwe ên Germiyan û Raperînê xwedî desthilat in ku fermana veguhestina xizmetguzariyan bidin. Ev ferman ji bo wezaretên Pêşmerge, Perwerde, Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî derbas nabe.

- Razemendî li ser karkirina (177) karmendên bi girêbest di pisporên cihê û di nivîsgeh û dezgehên cuda de hat dayîn.

- Razemendî li ser guhertina bawername û navnîşanên hejmarek karmendên girêbestî yên Şaredariya Silêmaniyê hat dayîn.

- Razemendî hat dayîn ku %30 ji dahata parêzgeha Silêmaniyê were dabeşkirin, ji bo dabînkirina pêdiviyên curbicur û cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê yên biçûk li parêzgeha Silêmaniyê û destûr da Parêzgarê Silêmaniyê ku pere ji bo wê xerc bike.

-        Razemendî hat dan ku desthilata îfadê ji bo derveyê welatî ji bo dema 30 rojan bi Silêmaniyê bê dan, ev jî tenê ji bo fermanberên nav parêzgeha Silêmaniyê û yekîneyên kargêrî yên sinorê parêzgeha Silêmaniyê, bi şertekî nimreya wan di bin birêveberê giştî de be.

-        Razemendî li ser dana desthilatê bi parêzgeha Silêmaniyê ji bo bikaranîna holên hikûmî yên sinorê parêzgehê hat dan, bê beranber ji bo wan çalakî û hilkeftan ku bi piştevaniya parêzgehê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin.

-        Nivîsar arasteyî pilandananê hatiye kirin, taybet bi dana desthilata diyarkirina şêwazên girêbestkiriê bi parêzgehê ji bo hemî wan kêmkirinan ên ku gojimê wan ê texmînkirî heta yek milyar dîanaran e.

Zêdekirina pêşîneyan

-        Razemendî li ser zêdekirina pêşîneyên parêzgeha Silêamniyê û qayimqamiyan ji 183 milyon dînaran heta 319 milyon dînaran hat dan.

-        Zêdekirina pêşîneya Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê, ji 210.000.000 milyon dînaran heta 350.000.000 milyon dînaran.

Dabînkirina pêdivîtiyên Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û damezrandina kesên şareza

-        Razemendî li ser xerckirina 522.208.000 dînaran ji bo Birêveberiya Giştî ya Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê hat dan, bi merema bicihanîna rûpîviya balafirvaniyê ku ji aliyê kompaniya CGXê ya Fransayî ve tê dabînkirin.

-        Razemendî li ser xerckirina 68900 dilaran hat dan, ji bo kirîna zmûrê X-RAY cûnê HS6040-zis ji bo Birêveberiya Giştî ya Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê.

-        Razemendî li ser xerckirina şeş milyon dînaran hat dan, bi merema dabînkirina pênc amûr û erebeyên agirvemirandinê û rizgarkirinê ji bo Birêveberiya Giştî ya Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê.

-        Razemendî li ser dabînkirina 23 erebeyên xizmetkariyan ji bo Birêveberiya Giştî ya Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê hat dan.

Vekirina fermangehên nû û destrûîdanê

-        Razemendî li ser vekirina bingeha Baziyanê hat dan, ku dê girêdayî Fermangeha Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê be.

-        Razemendî li ser dana desthilatê bi parêzgeha Silêmaniyê hat dan, ji bo bikirêdan û nûjenkirina sê penzînxaneyan li sinorê parêzgehê, ku dikevin bajarên Derbendîxan, Erbet û Ranyayê, bi hevahengiya birêveberiya petrolê û kanzayên parêzgeha Silêmaniyê.

-        Razemendî li ser veguhastina Şaredariya Tuwespiyê hat dan, ji sinorê şaredariyên derdora Silêmaniyê bo nav sinorê Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê, bi merema gehandina xizmetkariyan û çarekirina arêşeyan.

-        Razemendî li ser çarekirina wan xaniyan hat dan ên ku bi zêdegavî li sinorê şaredariya Silêmaniyê hatine çêkirin, bi birêvebirina karûbarên wan ji bo wan daxwaziyên heta 9.9.2022ê hatine wergirtin.

-        Nivîsar arasteyî Sikirtariyeta Civata Wezîran hatiye kirin, bi mrema tevlîkirina wê di karnameya civîna Civata Wezîran de.

Dabînkirina erebe û pêdivîtiyan û kelûpelan

-        Razemendî li ser xerckirina 5 milyar û 13 milyon û çar sed hezar dînaran hat dan, ji bo bicihanîna pirojeyên xizmetkariyan û kirîna kelûpel û pêdivîtiyên fermangehan.

-        Razemendî li ser dabînkirina 15 erebeyan ji bo qayimqamiyan û birêveberiyên nahyeyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê hat dan.

-        Dabînkirina 14 amûrên mezin ji bo Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê.

-        Bi merema çarekirina arêşeya qerzên bangewazkirina parêzgehê di rojnameyan de, razemendî li ser xerckirina 22 milyon dînaran ji bo parêzgeha Silêmaniyê hat dan.

Dabînkirina Sotemeniyê

Bi merema dabînkirina sotemeniyan bi nirxê piştevanîkirî ji bo fermangehên xizmetkarî yên hikûmî yê Herêma Kurdistanê, nivîsar arasteyî Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Îraqê bi merema dabînkirina sotemeniyan ji bo tevaya parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hat kirin, bi bihayê piştevanîkirî yê fermî yê Îraqê.

 

Parêzgeha Helebceyê

Terxankirina rêjeyeke dahatê û zêdekirina pêşîneyê

-        Razemendî li ser terxankriina rêjeya 20% ya dahata deriyên sinorî yên parêzgeha Helebceyê ji bo îdareya parêzgehê û dana desthilatê bi parêzgeha Helebceyê ji bo xerckirina wê rêjeyê di çarçoveya rêsa û rênimayan de ji bo xizmetkirina deverê hat dan.

-        Razemendî li ser zêdekirina pêşîneyên dîwana parêzgehê û qayimqamiyan û nahyeyên sinorê parêzgeha Helebceyê hat dan, ji 56 milyon dînaran heta 134 milyon dînaran.

-        Dana desthilatê bi parêzgeh û qayimqamiyan ji bo xerckirina pêşîneyên ji nişkê ve.

Vekirina fermangehên nû û fermîkirina deriyê sinorî yê Merzî Sazan

-        Nivîsar arasteyî aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Îraqê hatiye kirin, bi merema vekirina Merzî Sazan li sinorê parêzgeha Helebceyê.

-        Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar hatiye dan Birêveberiya Gomirka Helebceyê li sinorê Parêzgeha Helebceyê bê vekirin û mîlak jê re bê destnîşankirin.

Damezrandina fermanberan û pirkirina mîlakî

-        Razemendî li ser damezrandina 52 fermanberan bi awayê girêbest ji bo Dîwana Parêzgeha Helebceyê û qayimqamî û nahyeyê wê hat dan.

Kirîna erebeyan

-        Biryar li ser dabînkirina 23 erebeyên pêdivî ji bo Dîwana Parêzgeha Helebceyê û qayimqamî û nahyeyên wî sinorî hat dan.

 

Îdareya Serbixwe ya Raperînê

Zêdekirina xercî û pêşîneyan

-        Razemendî li ser zêdekirina xerciyên ji nişkê ve û pêşîneyên Îdareya Serbixwe ya Raperînê û qayimqamiyên Ranya û Pişderê û nahyeyan hat dan, ji 37 milyon dînaran bo 99 milyon dînaran.

Damezrandin û mîlak

-        Razemendî li ser damezrandina 43 fermanberna li ser mîlakê dîwana Îdareya Raperînê û qayimqamiyên Ranya û Pişder û nahyeyan hat dan.

Dabînkirina erebeyan

-        Razemendî li ser dabînkirina 13 erebeyan ji bo sinorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê, qayimqamiyên Ranya û Pişderê û nahyeyên Serkepkan, Sengeser, Bêtwate û Hacyawayê hat dan.

-        Îdareya Serbixwe ya Germiyanê

-        Zêdekirina pêşîneyê

-        Zêdekirina pêşîne û xerciya rewşên ji nişkê ve ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê ji 26 miêyon dînaran bo 78 milyon milyon dînaran.

Damezrandin û mîlak

-        Razemendî li ser damezrandina 133 fermanberan bi awayê girêbest li ser mîlakê Dîwana Îdareya Raperînê, qayimqamiyên Kelar û Kifriyê û nahyeyên sinorê îdareyê û birêveberiyên nahyeya Qoretû û Meydanê hat dan.

Yekalîkirina arêşeya erdê sindoqî

-        Nivîsar ji bo Wezareta Şaredarî û Geşyariyê hatiye arastekirin, ku li ser raspardeya Nivîsîngeha Serokwezîrî desthilat bi Wezareta Şaredarî û Geşyariyê hatiye dan ji bo dema salekê heta arêşeya wî erdî li sinorê Germiyanê yekalî bikin, ku bi navê erdê sindoqî tê naskirin.

Dana erdî bi kesên hejî yên deverên Kurdistanî

-        Nivîsar ji bo Wezareta Şaredarî û Geşyariyê hatiye arastekirin, ku li ser raspardeya Nivîsîngeha Serokwezîrî desthilat bi Wezareta Şaredarî û Geşyariyê hatiye dan ku bi hevahengiya Îdareya Serbixwe ya Germiyanê erd ji bo mîratgirên şehîdan û enfalkiriyan û girtiyên siyasî û rizgarbûyiyên pêlên enfalan ên deverên Kurdistanî yên derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê dabîn bike.

Dabînkirina erebeyan

-        Biryar li ser dabînkirina 35 erebeyan ji bo Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û qayimqamiyên Kelar û Kifriyê û nahyeyên sinorê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê hat dan.

Destûrên penzînxaneyan

-        Razemendî li ser dana destûrê bi sê penzînxaneyan li sinorê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê hat dan.

Piroje

-        Razemendî li ser veguhastina 39 pirojeyan ji budceya pêşxistina deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê bo ser budceya weberhênanê ya wezaretên peywendîdar bi merema bikarxistina wan hat dan.

-        Dana desthilatê bi bicihanîna pirojeyan, heta yek milyar dînaran.