Sabrina Singh bo K24ê: Em rêkarên pêdivî bo parastina hêzên xwe bi cih tînin

Sabrina Singh
Sabrina Singh

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ji K24ê re eşkere kir ku, ew herdem rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe bi cih tînin. Herwesa got, “Eger pêdivî bike ku em biryarê li ser bersivdanê bidin, dê li dem û cihên me yên hilbijartî be.”

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Sabrina Singh îro (Pêncşem, 08.08.2024) ji K24ê re got, “Min dît ku Hikûmeta Îraqê pênc kes desteser kirine, ku destê wan di êrîşa li ser hêzên me yên li Eyn Esedê de hebû, em bi piştrastî ve pêşwaziya van kiryaran dikin.”

Sabrina Singh herwesa got, “Me hevpariyeke baş bi Hikûmeta Îraqê re heye û ez naxwazim bi pêş Wezîrê Bergiriyê bikevim, tevî wê jî em rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe bi cih tînin.”

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê amaje jî da, “Eger pêdivî bike ku em biryarê li ser bersivdanê bidin, dê li dem û cihên me yên hilbijartî be.”