Israîl bi pêşniyara Amerîka û Misir û Qeterê bo agirbestê li Xezzeyê razî bû

Xezze
Xezze

Navenda Nûçeyan (K24) - Israîl bi dubare destpêkirina danûstandinan bi Bizava Hemasê re ji bo agirbestê li Xezzeyê, li ser bingeha daxwaza serokên Amerîka, Qeter û Misirê, razî bû.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (În, 09.08.2024) ragehand, “Piştî pêşniyara sêalî ya navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed al Temîm Sanî, Israîl razî bû şanda xwe ya danûstandinan li roja 15ê vê mehê ji bo danûstandinên bi Hemasê re û behskirina agirbestê li Xezzeyê bişîne cihê diyarkirî.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed al Temîm Sanî şevêdî (Pêncşem, 08.08.2024) beyannameyeke hevpar li ser rewşa Xezzeyê û malbatên revandiyan belav kir û daxwaz kir ku dem li dest ew nexweşî bên rawestandin.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Dema wê yekê hatiye ku dawî li azarên demdirêj ên xelkê Xezzeyê û revandiyan û malbatên wan bê anîn, dema wê yekê hatiye ku agirbest bê kirin û revandî û desteserkirî bên azadkirin.”

Herwesa ew ragehandin dibêje, “Me her sêyan û tîmên me bizav kir ku bigehin lihevkirineke çarçoveyî, ku niha li ser maseyê ye û tenê pêdivîtî bi temamkirina hûrkariyên bicihanînê heye.”

Ev lihevkirin li ser bingeha wan pirinsîpan hatiye rêkxistin ên ku Biden li roja 31.05.2024ê pêşkêş kiribûn û bi biryara 2735ê Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê kiribû.