Shino Mitsuko: Nabe rê bê dan ya DAIŞê bi serê Êzidiyan anîbû dubare bibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Balyozê Japonê li Civata Ewlehiyê radigehîne, “Nabe ji bîra cîhanê biçe ku DAIŞê berî deh salan çi bi serê Êzidiyan anîbû.”
Cîgira Balyozê Japonê li Civata Ewlehiyê Shino Mitsuko di rûniştina civatê de ragehand, “Divê yên ku tundûtîjî li beranberî Êzidiyan bi kar anîbû rûbirûyî dadperweriyê bibin û rê li dubarebûna ezmûnên wesa bê girtin.”
Shino Mitsuko herwesa got, “Divê rê ji bo bikaranîna teknolijiyê li komên çekdar ên teroristî yên wekî DAIŞ û Qaîdeyê bê girtin, ji ber ku metirsiyeke temam li ser civakê heye.”
Cîgira Balyozê Japonê li Civata Ewlehiyê tekez jî kir, “Nabe Civata Ewlehiyê tudûtîjiya DAIŞê ya li dijî Êzidiyan ji bîr bike, divê yên ku wesa bi serê Êzidiyan anîbû rûbirûyî dadperweriyê bibin. Nabe bi çi awayan rê bê dan ya ku DAIŞê berî deh salan bi serê Êzidiyan anîbû li çi cihekê cîhanê dubare bibe.”
DAIŞê li roja 03.08.2024ê êrîş kir ser Şingalê. Ew Êzidiyên ji ber DAIŞê û wî şerî revîbûn penaya xwe bir ber çiyayê Şingalê. Hin ji wan ji bo dema çend salan li ser wî çiyayî man, hin ji wan ji wê derê xwe gehand Rojavayê Kurdistanê û paşî bi rêya deriyê Sêmalka - Pêşxabûrê vegeriyan û li bajarên Herêma Kurdistanê bûn aware û hin ji wan jî çûn derveyê welatî.