Li Mûşê 5 kes xeniqîn
Diyarbekir (K24) - Li Muşê 5 kes ji malbatekê di bendavê de xeniqîn, ku 2 ji wan zarok bûn.
Malbata Karakaya ya ku li gundê Bostankentê rûdinişt ji bo seyranê çû Gola Bendava Alpaslan- 1. Dema Rabîa Karakaya (13) salî ket golê û xetereya xeniqînê hebû, endamên din ên malbatê jî ji bo wê xilas bikin ketin avê.
Encama we bûyerê jî wesa bû; Yasîn (18), Edanur (20), Fatma Karakaya (22) û Eylûl Tekîn (15) xeniqîn, yên ku ketin golê jî di demeke kin de winda bûn.
Pişti agahdarkirinê, tîmên avê hatin û cenazeyên 5 kesan ji golê hatin derxistin û hatin rakirin tiba edlî ya Mûşê. Li ser bûyerê lekolîn hatin destpêkirin.