Bi dron êrîş li ser baregeheke Amerîkî li Hesekê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dronekê êrîş li baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokêRimêlanê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve hate kirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, îro 10ê Tîrmehê bi dronekê êrîş baregeha Xerab El-Cîr ya Hevpeymaniya Navdewletî li Rimêlanê hate kirin.

Amaje bi wê jî kir, dron di nava baregehê de kete xwarê, lê zanyarî derbarê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.

Ji 19ê Cotmeha 2023an ve, piştî şerê Îsraîl û Hemasê li Xezzayê, bi dron û mûşekan êriş li ser baregehên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê zêde bûn.

Li gorî amaran, ji 19ê Cotmeha 2023ê heta 25ê Tîrmeha îsal, zêdetirî 170 caran êrîşî ser bingeh û hêzên Amerîkayê li Iraq, Sûriye û Urdinê hatiye kirin.