Di êrîşeke Îsraîlê ya li ser dibistaneke Xezzeyê de zêdeyî 100 kesan hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Filistînî ragihand, di êrîşa Îsraîlê ya li ser dibistaneke bajarê Xezzeyê de, zêdeyî 100 kesan hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Medyaya Filistînî ji Berevaniya Sivîl a Xezzeyê belav kir, hêzên Îsraîlî bi 3 mûşekan dibistana El-Tabiîn di dema nimêja sibê de kire armanc.

Diyar kir jî, tîmên rizgarkirinê li Xezzeyê hewla rizgarkirin û derxistina bi dehan laş û birîndaran ji bin kavilên dibistana bombebarkirî didin.

Derbarê êrîşê de, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: “Bi arasteya îstixbarata Artêşa Berevaniya Îsraîlê û Şabak, hêzên asmanî yên Îsraîlê bi awayekî hûr êrişî terorîstên Hemasê yên di nav Navenda Fermandarî û Kontrolê ya Hemasê de bûn, kir ku li dibistana El-Tabiîn e, ku ew wek stargehek ji bo niştecihên Xezzeyê tê bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Navenda Fermandarî û Kontrolê ji bo terorîst û serkirdeyên Hamasê wek veşartgehekê bû, li wir êrîşên curbicur li dijî hêzên Artêşa Berevaniyê û dewleta Îsraîlê hatibûn plankirin û kirin.”

Herwiha got: “Berî êrîşê, çend tedbîr hatin girtin, ji bo kêmkirina ziyanan li ser sivîlan ku çavdêriya asmanî, zanyariyên hewalgirî û cebilxaneyên teqez hat bikaranîn.”

Ji aliyê xwe ve, Ofîna Medyaya Hikûmî ya Xezzeyê bi tundî ev komkujiya hovane ya Îsraîlê şermezar kir û bang li hemû cîhanê kir ku wê şermezar bikin û dagirkeriya Îsraîlê û rêveberiya Amerîkayê ji vê komkujiyê bi berpirsyar bibînin.