Pêşmerge fêrî zimanên Ingilîzî û Almanî û kompûterê tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo bilindkirina şiyanên Pêşmergeyan, korsên zimanên Almanî û Ingilîzî û fêrbûna kompûterê tên vekirin. Ew kors jî bi awayekî dilxwazî ne û li dû heza Pêşmergeyan bi xwe ne.
Birêveberiya Çaksaziyê ya girêdayî Pişka Teknolojî û Ziman a Wezareta Pêşmerge îro (Yekşem, 11.08.2024) efser û karmendên Wezareta Pêşmerge haydar kirin ku, korsên fêrbûna zimanên Ingilîzî û Almanî û korsê kiryarkî yê fêrbûna kompûterê li Pişka Teknolojî û Ziman ji 05ê Îlonê heta 05ê Berçileyê tên vekirin.
Birêveberiya Çaksaziyê herwesa got, “Ew efser û Pêşmergeyên heza tevlîbûnê di wan korsan de heye, bila ji bo tomarkirina navên xwe nivîsaran ji yekîneyên xwe arasteyî Birêveberiya Çaksaziyê bikin.”
Çavkaniya navbirî herwesa wan haydar dike ku, jivanê dawiyê ji bo wergirtina nivîsarên fermî yên yekîneyên îdarî û serbazî dê 25.08.2024ê be.