Hejmareke karên Mozexaneya Kela Nizarkê temam bûne
Navenda Nûçeyan (K24) - Ev sê meh in ku berdewam kar li ser çêkirina mozexaneyekê li bajarê Dihokê tê kirin, ku dê ji monument û cihên taybet ji bo wêneyan û cihekê çalakiyan û çend cihên din pêk bê. Ev piroje piştî biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê keftiye karî.
Serperiştê Hunerî yê Pirojeyê Guhdar Selahedîn got, “Ev cihek e ku em dixwazin di bîrdanka Dihokê de parastî bimîne, ji ber ku li vî cihî tadarî li miletê me hatiye kirin. Ev cihekî leşkerî bû û li dijî miletê me hatiye bikaranîn.”
Guhdar Selahedîn herwesa got, “Biryar hat dan ku ev cih careke din bê nûjenkirin û em careke din dest pê bikin. Ez bawer dikim ku vê carê dê ber bi dawiyê ve biçe û em wê ranawestînin.”
Kelha Nizarkê birîneke bêderman e, gelek karesat li serdema Enfalên reş lê hatine tomarkirin. Selam Zêweyî di dema zaroktiya xwe de li vê kelê bûye qurbaniyê eşkencedanê. Ew giring dibîne ku ew karesatên qewimîn di mozexaneyekê de bên tomarkirin.
Selam Zêweyî got, “Ev kel ji bo me kelheke reş û tarî ye, ji bo me zindan e. Emrê min 12 sal bû, dema bab û bira û kesûkarên me tê ve hatin şehîdkirin, ji gundê me 44 nefer, heşt ji mala min bi xwe ne, sê ji wan birayên min in, yek babê min e û yên din jî mam û xalên min in. Her dema em tên vê derê, ji bo me wekî gorekê tê.”
Navbirî herwesa got, “Tiştê herî baş ew e ku îsal dest bi pirojeya Kela Nizarkê hatiye kirin. Me daxwaz kiribû, şikir ji Xudê daxwaza me hat bicihanîn, ku mozexaneyek û monumenteke hejî Dihokê dê li Kela Nizarkê bên çêkirin.
Nivîser Xalid Badî, ku du kitêb li ser Kela Nizarkê nivîsîne, behsa giringiya parastin û dokumentkirina wan karesatan kir ên ku bi dirêjahiya dîrokê bi serê miletê Kurd hatine.
Navbirî got, “Çi miletan hindî miletê Kurd dîrok nîne lê nehatiye tomarkirin. Ev nerîna min a taybet e. Tomarkirina dîrokê û dokumentkirina van belgeyan karekî gelek pîroz û şaristanî ye, pêdivîtiyeke herî pêdivî ye ji bo her miletek û welatekê dîroka xwe tomar bike.”
Kela Nizrakê yek ji wan cihan e yên ku li parêzgeha Dihokê bûne sembola eşkence û Enfalkirina Kurdan, lewma pirojeyê mozexaneya vê kelhê ji bo wê yekê ye ku ew zilm û tawanên li wê derê hatine kirin nîşa hemî cîhanê bidin û neyên jibîrkirin.
Rijêma Beis di nav Kelha Nizarkê de tawanên gelek mezin di derheqa xelkê parêzgeha Dihokê de kirin, lewma jî ew dê bibe mozexaneyek ji bo ku ew tawan hemî tê de bên berçavkirin û tevaya cîhanê bizane heta niha jî xelkê parêzgeha Dihokê birîndar e.