TEV-DEMê hevserokatiya xwe ya nû hilbijart

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreya xwe ya pêncemîn li dar xist û hevserokatiya xwe ya nû hilbijart.

TEV-DEMê duhî 11ê Tebaxê li bajarê Hesekê kongreya xwe ya pêncemîn bi amadebûna zêdetir ji 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî  lidar xist.

Di kongreyê de, Ebdulselam Mehmûd û Ramziye Mihemed ji bo hevserokên nû yên TEV-DEMê li şûna Xerîb Hiso û Rûken Ehmed hatin hilbijartin. Herwiha 100 kes jî ji bo Civata Giştî hatin hilbijartin.

Yek ji daxwazên TEV-DEMê di vê kongreyê de, lidarxistina kongreya Niştimanî ya Kurdistanî û xebata ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û misogerkirina vegera ewle ya koçberan bû.

TEV-DEM di sala 2011an de hatiye damezrandin û ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekîtiya Siryanî, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê pêk tê.