Li Tirkiyeyê rêjeya bêkarîyê li gor meha borî sedî 0.7 zêde bûye
Diyarbekir (K24) – Li gor Sazîya Amaran, li Tirkiyeyê rêjeya bêkarîyê ji sedî 0.7 zêde bûye û bêkarî derketiye sedî 9.2 yê. Hêjmara bêkaran jî 3 milyon û 305 hezar kes in.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê, daneyên bêkarî û tevlibûna kar eşkere kir. Li gor van daneyan, di meha Hezîranê de li gorî meha Gulanê, 234 hezar kesên din zêde bûn û hejmara bêkaran bû 3 milyon û 305 hezar kesî.
Li gor vê jî, di meha Hezîranê de bêkarî ji sedî 0.7 zêde bûye û rêje bûye sedî 9.2. Ji van hêjmaran, rêjeya jinên bêkar ji sedî 12.4, ya mêrên bêkar jî sedî 7.6 e.
Bêkarîya di nav ciwanan de jî zêde bûye. Di nav ciwanan (15-24) de rêjeya bêkarîyê ji sedî 1.7 zêde bûye û bûye 17.6. Di nav ciwanan de jî tê texmîn kirin ku kecên bêkar sedî 23.2 e û ciwanên bêkar jî sedî 14.8 e.