Li Silopiyayê êrîşa bi roketan çê bû, birîndar hene

Silopî
Silopî

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê endamên PKKê ve li herêma madenên rêya gundê Gitê yê ser bi navçeya Silopiya Şirnexê ve, êrîşa roketî hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de birîndar hene.

Li gor agahiyên destpêkê ji aliyê endamên PKKê ve îro li ser rêya gundê Gitê yê ser bi navçeya Silopiyaya Şirnexê ve bi roketan êrîş li mînîpasekê hat kirin.

Hat ragihandin ku di encama êrîşan de hinek ji wan giranî 7 kes birîndar bûne. Tîmên tenduristiyê, Cendirme û tîmen agirkujiyê ji bo cihê bêyerê hatin veguhastin.

Birîndar piştî alîkariya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Li wê deverê operasyona leşkeri jî dest pê kir.