Desthilata Brîtanyayê: Hûsiyan êrîş kir ser keştiyeke bazirganî
Navenda Nûçeyan (K24) - Desthilata Operasyonên Deryayî ya Brîtanyayê ragehand, “Hûsiyan li peravên Yemenê êrîş kir ser keştiyeke bazirganî.”
Desthilata Operasyonên Deryayî ya Brîtanyayê di beyannameyekê de amaje daye, “Ew rûdan li seet 22.44 ê şeva borî (Duşem, 12.08.2024) li dû dema UTC bi dûratiya 63 mîlên deryayî li başûrê rojavayê benderê Hudeydeyê yê Yemenê qewimiye.”
Çavkaniya navbirî behsa wê yekê jî kir ku, “raportek ji aliyê xwediyê wê keştiyê ve gehiştiye wan, ku teqînek li nêzî wê keştiyê çê bûye. Ew jî amaje ye ku ew keştî û tîma wê bisilamet in û li ser keştiya xwe berdewam in.”
Hûsî ji meha Mijdarê ya par ve li nav ava Deryaya Sor û Kendavê Edenê û Tengava Bab Mendebê wan keştiyên ku ew hizir dikin peywendî bi Israîlê û hevpeymanên wê re heye dikin armanc. Hûsî vê yekê wekî piştevaniyek ji bo kertê Xezzeyê dikin.