Elî Teter: Qezaya Amêdiyê tê avedankirin û dever ji şerî dûr dikeve

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûn ji bo bicihanîna çend pirojeyan li Amêdiyê diyar kiriye. Em dê bi wan pirojeyan xelkî vebigerînin ser mal û halên wan û dever dê ji şerî dûr bikeve.”

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 13.08.2024) di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Em bi destekî pirî alîkariyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine Amêdiyê.”

Elî Teter herwesa got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûn ji bo bicihanîna çend pirojeyan li Amêdiyê diyar kiriye. Rêkarên wan pirojeyan tên temamkirin û di demeke nêzîk de dest bi bicihanîna wan tê kirin.”

Navbirî tekez jî kir, “Em dest bi avedankirina deverê dikin, çi arêşe û aloziyên deverê me ji piroseya avedankirinê ranawestînin.”

Elî Teter ron jî kir, “Em li wê bawerê ne ku destkeftî û piroje û xizmetkariyên baştir ji bo deverê tên bicihanîn. Ên ku ji ber şer û aloziyên deverê zirar dîtine jî, ku hejmara wan 130 kes in, tên qerebûkirin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Qerebûkirina wan erkê me ye. Em hêvîdar in ew şer bidawî bê, ku bûye sedem avedanî negehe deverê û xelk jî nekare vebigere deverên xwe.”

Parêzgerê Dihokê geşbîniya xwe diyar kir ku, li paşerojeke nêzîk wê deverê avedan dikin û xelk jî dê vebigere ser mal û halên xwe. Tekez jî kir, “Bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo qezaya Amêdiyê, gelek pirojeyên avedaniyê gehiştin deverê û xizmeta welatiyan.”