Ketîbeyên Qessam ji Xezzeyê ve mûşek avêtin Tel Avîvê
Navenda Nûçeyan (K24) – Ketîbeyên Qessam ên Hamasê ragihand, wek tolhildana li hember komkujiya Îsraîlê, wan du mûşekên M90 avêtine Tel Aviv û derdora wê.
Ketîbeyên Qessam îro 13ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo tolhildana komkujiyên Îsraîlê yên li dijî Xezze û derdora wê, wan du mûşekên ji cureya M90 avêtine Tel Avîvê.
Serkirdeyekî leşkerî ya Ketîbeyên Qassam ji kenala “Aljazeera” re piştrast kir ku ew her du mûşek ji herêmeke ku wesayîtên artêşa Îsraîlê lê ne, hatin avêtin.
Ji aliyê xwe ve artêşa Îsraîlê ragihand, mûşeke ku ji başûrê Kerta Xezzeyê hatiye avêtin, li beravên Tel Avîvê li deryayê ketiye û mûşkeke din jî sînorên Îsraîlê derbas nekiriye.
Artêşa Îsraîlî roja şemiya borî Dibistana El-Tabiîn a ku koçberên Xezzayê lê dimînin kire armanc, di encamê de zêdetirî 100 kesî hatin kuştin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê li xwe mikur hat ku wê dibistan bombebaran kir û îdia kir ku endamên Hamasê dibistan wek navendeke fermandariyê bi kar tînin.