Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariyan digihîne malbatên ku vedigerin
Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî li ser zêdeyî 450 kurdên vegeryayî ji bo Efrînê belav kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi destpêşxeriyeke din, alîkariyên mirov li ser kurdên ku ji Tirkiyeyê û navçeyên din ên Sûriyeyê vegeriyane belav kirin. Bi taybet ku kurdên vegerandî, bê xanî û zevî mane, ji ber ku çekdarên opozisyonê dest danîna ser mal û milkên wan.
Welatî Yûsif: “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin. Ew alîkariya me dike. Em dixwazin ku kesên li xerîbiyê ne vegerin ser axa xwe li Efrîn.”
Welatî Fatima Elî: “Bûka me û zarokên xwe ve ji Tirkiyeyê vegeryane. Ew li cem min in û ti tiştî min jî tune ye ku debara xwe pê bikin, ne dar û ne zevî, em bi şuxilê rojane debara xwe dikin.”
Armanca destpêşxeriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hesankirina jiyana kurdên vegerandî û vegeriyayî ye, ku heya niha alîkariyên mirovî li ser zêdeyî 450 malbatan belav kiriye.
Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Serbest Xelîl ji K24ê re got: “Em li navçeya Şera, alîkariyan li ser kesên ku vegeryane belav dikin. Ev prose berdewam e. Ji serê salê ve navê zêdetir ji 800 kesan li cem me hatiye tomarkirin. Me heta niha alîkarî gihandine 450 kesî û em di belavkirina alîkariyan de berdewam in.”
Li ser dirêjahiya nêzî 2 salên borî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyêm mirovî û piştgirya derûnî pêşkêşî xelkê Efrînê dike, di heman demê de xulên fêrkirina zimanê kurdî û çalakiyên girêdayî bi kultûra Efirnî dike.