Li Tirkiyeyê ji sedî 25ê zarokan di nava hejariyê de dijîn

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî %25ê zarokan din av hejariyê de dijîn û gelek pêdiviyên zarokan nayên dabînkirin. Hiquqnas balê dikêşin ku dema rewş wisa be ev yek bandorê li hemu jiyana zarokan dike û li nav zarokên kurd de ev rewş girantir û dijwartir e jî.

Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyeyê ji bo 5 milyon û 400 hezar zarokan ji ber ku nav hejariyê de dijîn mehane 900 lîre piştgiriyê dide. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 22 milyon û 206 hezar û 34 zarok dijîn  ku ev yek tê wê wateyê li Tirkiyeyê %25ê zarokan nav hejariyê de dijîn. Mafnas balê dikêşin ku dema pêdiviyên zarokan baş neyên dabînkirin ev yek dibe sedem ku zarok di hemu qadên jiyanê de pirsgirêkan bijîn û bi taybetî di nava zarokên kurd de jî ev rewş girantir dibe û peywira dewletê ye ku hemu pêdiviyên zarokan dabîn bike.

Serokê Komîsyona Zarokan a Baroya Dıyarbekirê Mehmet Işik ji K24ê re got: “Dema ku zarok bêyî ku pêdiviyên xwe dabîn bikin bikevin nav livînan ev yek tê wê wateyê ku dê bandorê li hemu jiyana zarokan bike, zarok têr nexwin wê demê têr nikarin bileyîzin jî , têr nikarin fêr jî bibin. Ji xwe din ava zarokên kurdan de ev rewş zehmettri dibe.”

Li aliyekê zarok ji ber ku jiyanek bi dile xwe najîn ji gelek derfetan bêpar mezin dibin, li aliyê din jî malbat ji ber ku dahatek berketî nastînin û nikarin hemu xwestekên zarokên xwe bi cih bînin ji rewşê bi gilî ne.

Welatî Aynur Demîr: “3 zarokên min hene, ez nikarim hemu daxwazên werin pêk bînim. Hevjînê min dişixule lê dahata me têra me nake ku em zarokên xwe re jiyanek baş dirust bikin.”

Li gorî lêkolînan niha 171 hezar zarokên ku bi malbata xwe re dijîn nikarin pêdiviyên xwe yên serek dabîn bikin, tê pêşbînîkirin ku ev hijmar 2028ê de bibe 230 hezar û pispor bang dikin ku niha de bergirî werin standin.