Çend mûşek ji Libnanê arasteyî Israîlê hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Kanala Cezîreyê ragehand, “Êrîşeke mûşekî çend cihên Israîlê li devera Celîlê kirin armanc.”
Kanala Cezîreyê ragehand, “Zêdetirî 20 mûşekan ji başûrê Libnanê ber bi pêgehên Israîlê li Celîla Serî hatin arastekirin, û hejmareke zêde ji wan mûşekan li çolî keftin xwarê û çi zirarên canî jê çê nebûne.”
Cezîreyê amaje jî da, “Li çend deverên Celîla Serî li bakurê Israîlê, yek ji wan jî bajarkê Mêronê, zenga haydariyê hat lêdan.”
Rojhilata Navîn rûbirûyî berfirehbûna hevrikiyan dibe. Ev jî piştî kuştina Berpisrê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniye li Tehranê û kuştina Serkirdeyê Hizbulaha Libnanî Fuad Şukr di êrîşeke Israîlê de li taxeke başûrê Beyrûtê.
Ev êrîşa duyê ya bi vî awayî ye ku di vê heftiyê de li ser Israîlê tê kirin. Ew jî piştî roja 12ê vê mehê, Hizbulaha Libnanî hejmareke mûşekan avêt bakurê Israîlê.