Li Efrînê teqînek çê bû.. Birîndar hene

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek di hundirê erebeyekê de çê bû, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Serê vê sibehê (Çarşem, 14.08.2024) li ser rêya Raco, li beranberî xwaringeha Gebsoyê li Efrînê, teqînek di hundirê erebeyekê de çê bû.

Hat zanîn ku di encama teqînê de, 2 kes birîndar bûne.

Efîn yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye, li sala 2018ê ji aliyê Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve hat dagirkirin û ji hingê ve gelek teqîn lê diqewimin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.