Heval Ebûbekir: Serokwezîr daxwazên parêzgeha Silêmaniyê bicih anîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike ku rênima û piştevaniya pêwîst ji bo daxwazên parêzgeha Silêmaniyê dane.

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir li rûpela xwe ya “Facebook” belav kir, wî îro 14ê Tebaxê li Hewlêrê serdana Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye û ji aliyê Rêveberê Ofîsa Taybet a Serokwezîriyê Şaban Şaban Çalî û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah ve pêşwazî lê hatiye kirin.

Bi gotina Parêzgarê Silêmaniyê, “Di civînê de, behsa biryar û raspardeyên Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî û Aborî hatin kirin.”

Dr. Heval Ebûbekir got: “Bi spasî ve, ferman, biryar, rênîşandan û piştevaniya pêwîst bo daxwazên parêzgeha Silêmaniyê hatine derxistin û ketina warê cibicîkirinê, ku hemû jî di xizmeta rêveberiya baş a hikûmeta xwecihî û zêdetir xizmetkirina welatiyan de ne.”