Li Tirkiyeyê buhayê benzînê 85 qurîşan zede dibe
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê Bihayê benzînê ji sibe (15.08.2024) ve, 85 quriş zêde dibe. Li Diyarbekirê piştî vê buhabûnê, wê buhayê litreyeke benzîn ji 46 lîreyan zêdetir bibe.
Li Tirkiyeyê bilindbûna bihayê dolar û petrola xav, bandorê li ser buhayê benzînê dike. Ji ber vê yêkê tê pêşbinîkirin ku ji sibe ve bihayê benzînê 85 qurişan zêde bibe.
Bi vê buhabûnê wê bihayê benzînê li Stenbolê ji 44 lîreyan, li Enqereyê 45 lîreyan û li Diyarbekirê jî ji 46 lîreyan zêdetir bibe.
Berîya hefteyekê jî buhayê benzînê lîreyek û 73 qurişan kêm bûbû. Herwiha di buhayê mazotê de ti guharîn çênabin.