Serok Barzanî û Eyad ElLawî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî Sekreterê Giştî yê Partiya Wîfaqa Niştimanî ya Iraqê Eyad Ellawî rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de gotûbêj dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Tebaxê pêşwazî li şandeke Partiya Lihevkirina Nîştimanî bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Partiyê Eyad Ellawî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeyên proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.