Wezîrê Derve yê Iraqê gihişte Enqereyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ji bo gera çarem a civînên Komîteya Bilind a Ewlekariya Iraq-Tirkiyeyê gihîşt Enqereyê.

Peyamnêra K24ê li Enqerê da zanîn, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên bi serokatiya Komîteya Ewlekariyê gihîşte Enqereyê, ku sibe gera çarem a hevdîtinên di navbera her du welatan de dest pê dike.

Ev yek di demekê de ye, Komîteya Bilind a Ewlekariya Iraqê roja 11ê Tebaxê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Fuad Husên û bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed civiyabû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê jî, di civînê de behsa amadekariyên serdana Komîteya Bilind a Ewlekariya Iraqê bo Tirkiyê hate kirin.

Berî çend rojan jî, jêderên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ji Ajansa “Anadolu” re ragihandin, “danûstandinên ligel hikûmeta Iraqê berdewam in. Ragihandina PKK'ê weke 'rêxistina qedexe' ji aliyê Iraqê ve gaveke girîng e, lê em li bendê ne ku ew weke 'rêxistina terorê' bê ragihandin.”