Vedant Patel: Me gotûbêj derbarê vekişîna hêzên xwe ji Iraqê nekiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, wan bi berpirsên Iraqî re gotûbêj derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê nekiriye.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di kongreyeke rojnamevanî de got: “Ji sala borî ve, me çendîn gotûbêj ligel hikûmeta Iraqê derbarê paşeroja hêzên me li Iraqê kirine, ji wan jî dema hevdîtina Serokwezîr Sûdanî bi Serok Biden re li Washingtonê di meha Nîsanê de.”
Patel diyar kir jî: "Di ti xalekê de me behsa vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê nekiriye. Lê guftûgo ji bo avakirina hevkariyeke ewlekarî ya dualî berdewam in, wek çawa Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de gotûbêj kirine.”
Herwiha got: “Danûstandinên me berdewam in û ev pêvajoyek e ku li ser bingeha diyaloga stratejîk a dualî ya berê ye û bingeha me ya hevpar a hevahengiya ewlehiyê û hevahengiya dualî di aramiya navçê de ye."
Patel amaje bi wê yekê kir, ku danûstandin berdewam in û dê li ser bingehê gotûbêj û stratejiyên berê bin, di çarçoveya hevahengiya ewlehiyê û berjewendiyên hevbeş de.