Pêkhate daxwaza nûnertiya xwe di Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan daxwaz dike, nûnerên Tirkmen, Kildan, Suryan û pêkhateyên din di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de din cih bigirin. Herwiha got, mafê Tirkmenan li Kerkûkê hatiye binpêkirin.

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Aydin Marûf di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, pêkhate dê bi sîstema kotayê û li derveyî sîstema kotayê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.

Marûf bi pêwîstî dibîne ku piştî hilbijartinan, divê qanûna hilbijartinê bê guhertin û hejmara kursiyên kotaya pêkhateyan ji 5 kursiyan bibe 15 kursî.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan daxwaz kir jî ku divê nûnerên pêkhateyên Tirkmen, Kildan, Suryan û pêkhateyên din di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de hebin û di pêkanîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de rola xwe bibînin.

Derbarê hilbijartina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de jî, Marûf di wê baweriyê de ye ku di vê mijarê de mafê tirkmenên Kerkûkê hatiye binpêkirin û got: “Divê avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bi rêkeftinê bûya, neku mafên hinek pêkhateyan bê binpêkirin. Tiştê bûye, neqanûnî bû.”

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê 20-10-2024’an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan were lidarxistin.

Bi giştî hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 100 kursî ye; 95 giştî ne û 5 jî ji bo kotayê hatine veqetandin.