Hakan Fîdan û Fuad Husên li Enqereyê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derva yê Iraqê Fuad Husên re civiya.

Wezareta Derva yê Tirkiyeyê îro 15ê Tebaxê li hejmara xwe ya tora civakî “X” daxuyaniyek da û destnîşan kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derva yê Iraqê Fuad Husên re civiya.

Çavkaniyên diplomatîk destnîşan kiribûn, civîna 4emîn ya Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Bilind ya Tirkiye-Iraqê wê li Enqereyê bê lidarxistin.

Hatibû diyarkirin, civîna yekem ya Koma Plansaziya Hevbeş dê bi hevserokatiya Fîdan û Husên li Enqereyê çêbibe.