Fuad Hisên: Em li qonaxa dawiyê ya îmzakirina yadaştên navbera Îraq û Tirkiyeyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê radigehîne, “Em li dawiya danana dawî xalên yadaştên navbera Îraq û Tirkiyeyê ne.” Herwesa dibêje, “Me bi Hakan Fîdan re behsa rûbirûbûna rêkxistinên tawankarî û bazirganên madeyên hişber kir.”
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên di çarçoveya konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re got, “Ev ji bo dema du rojan e ku kombûna navbera tîma Îraqî û Tirkiyeyî berdewam e. Em niha li dawiya danana dawî xalên yadaştên hevfêmkirinê yên navbera her du aliyan in, ew yadaştên ku pêştir ji aliyê her du aliyan ve hatine amadekirin.”
Fuad Hisên amaje jî da, “Yadaşt wê demê hatin îmzakirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Îraqê re civiya û karî yadaştan amade bikin û îmza bikin.” Tekez jî kir, “Çavdêriyeke berdewam di navbera her du aliyan de heye, ji bo ku yadaşt wekî xwe bên bicihanîn.”
Navbirî eşkere jî kir, “Ez dilxweş im û ew karên ku duhî di navbera tîma Îraqî û Tirkiyeyî de hatin kirin, her du alî gehiştin astekî gelek bilind, bi awayekî ku niha lijne hatine amadekirin û parvekirin jî, karên wan lijneyan girêdayî dozên avê, bazirganî, geştyarî, warê tendirustiyê û çandinê ne.”
Herwesa got, “Mijara ewlehiyê pirseke din a giring a civînan bû, herwesa çalakkirina lijneyan karekî gelek giring e, ji bo ku peywendiyên navbera her du dewletan zêdetir ber bi pêş ve biçin.” Tewerekî din ê wê civînê yadaşta hevfêmkirina serbazî û ewlehî bû, wekî ku Fuad Hisên amaje pê da, ku ev yadaşta yekê ye di navbera her du welatan de.
Navbirî ron jî kir, “Her livîneke li nav axa Îraqê li dijî welatên cîran bê kirin li dijî destûrê Îraqê ye, rêkxistinên çekdar metirsî li ser siyaset û tevgera demokrasiyê li Îraqê çê kiriye.”
Mijareke din ku di wan civînan de danûstandin li ser hatiye kirin hebûna çekdarên PKKê bû. Wezîrê Derve yê Îraqê di wî warî de got, “Hebûna çekdarên PKKê li Mexmûr û Şingalê metirsî li ser Herêma Kurdistanê, Îraqê û welatên cîran jî çê kiriye.”