Hakan Fîdan: Em ji destpêka meha bê ve kar bi rêkarên nû yên dana vîzayê bi welatiyên Îraqî dikin

Hakan Fîdan
Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê eşkere dike ku, ji destpêka meha Îlona bê ve, rêkarên nû yên dana vîzayê bi welatiyên Îraqî diçe di warê bicihanînê de.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Pêncşem, 15.08.2024) di çarçoveya konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Wezîrê Derve yê Îraqê re ragehand, ji destpêka meha bê ve rêkarên nû yên dana vîzayê bi welatiyên Îraqî bi cih tînin, ku pêştir her du aliyan li ser wê li hev kiribû.

Hakan Fîdan herwesa got, “Di serdana Serokkomarê me ya ji bo Bexdayê de, li ser rakirina vîzayê ji bo welatiyên jiyê wan ji 15 salan kêmtir û ji 50 salan jî zêdetir e lihevkirin hatibû kirin, me biryar da ji 01ê Îlonê ve vîzayan rabikin ku ev jî yek ji wan biryaran e yên ku îro me bi hev re dane.”

Ev jî di demekê de ye ku li meha Tîrmeha îsal hikûmetên Îraq û Tirkiyeyê li ser rakirina vîzayê ji ser welatiyên hev, ên ku jiyê wan di bin 15 saliyê û di ser 50 saliyê de ye, li hev kir.

Wekîlê Wezareta Derve ya Îraqê Omer Berzincî li roja 10.07.2024ê ji K24ê re ragehand ku, bi Wezareta Derve ya Tirkiyeyê re gehiştine lihevkirinê, ku vîzaya kesên jiyê wan di bin 15 saliyê û di ser 50 saliyê de ji aliyê her du aliyan bê rakirin.”