Mamostayên wanebêj: Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemxurê proseya perwerdeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Nûnerên Mamosteyên Wanebêj spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike û wî bi xemxurê proseya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê binav dike.

Desteya Nûnerên Mamosteyên Wanebêj li Herêma Kurdistanê îro 26ê Tebaxê bi daxuyaniyekê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku di heyama mehekê de nêzîkî 38 hezar mamostayan wergirtine.

Mamosteyên Wanebêj vê biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî di proseya perwerdeyê de, weke gaveke girîng û mezin dibînin û dibêjin: "Peymankirina nêzîkî 38 hezar mamosteyan, biryareke wêrek bû ku kêfxweşî û bextewarî bi hezaran malbat û ciwanên vî welatî anî.”

Desteya Nûnerên Mamosteyên Wanebêj, Serokwezîr Mesrûr Barzanî weke xemxwarê proseya perwerdeyê binav kir û got: “Ev biryar îsbat dike ku Serokwezîr tevî dilsoziya xwe bi perwerdeyê re, di heman demê de xemxur û dilsozê mafên mamosteyan e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (25.08.2024an bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, pêşwaziya hejmareke nûnerên mamostayên wanebêj ên Herêma Kurdistanê kir û biryar da tevaya wanebêjan li ser dahata navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin girêbest, ku hejmara wan nêzî 38 hezar kesan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesna rol û bandora mamostayên wanebêj di biserxistina piroseya wandinê de kir û got, “Divê ew hemî li ber çavan bên wergirtin û daxwazî bên bicihanîn, lewma hemî mamostayên wanebêj dê bibin girêbest. Ev jî mizgîniyek e ji bo hemî mamostayên wanebêj û heqê we ye û minet tê de nîne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrastî da mamostayên wanebêj ku li ser piştevaniya wan berdewam dibe, herwesa daxwaz jî jê kir ku li ser xweragirî û nirxên pîroz berdewam bin ku li ser perwerde bûne, wesa jî xwendekar û zarokan perwerde bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji mamostayên wanebêj re got, “Ez şanaziyê bi we dikim ku hûn berdewam bûn û we erk û pîşeya xwe bi berpirsyarîtî wergirt û we xema zarok û xwendekaran di ser xema xwe de dana.”