2 veşartgehên DAIŞê li Kerkûkê hatin têkbirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê got, bi hemahengî li gel îstixbarata Rêveberiya Asayîşa Herêma Kurdistanê, 2 veşartgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatin têkbirin.
Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê ya Iraqê îro 26ê Tebaxê di daxuyaniyekê de got, di çarçoveya karên hevbeş û yekxistina hewl û zanyariyên istixbaratî de, Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî bi hemahengî li gel Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê, operasyonek li Kerkûkê û çiyayê Bor ê nêzîkî bajarokê Leylanê pêk anîn.
Da zanîn jî, di operasyona hevbeş de, 2 veşartgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatin têkbirin û çend parçe çekên curbicur hat danîn.