Wezîrê Perwerdeyê: 42 avahiyên nû ji bo proseya perwerdeyê dikevin xizmetê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma ragihand, di mehên Îlon û Cotmeha îsal de 42 avahiyên nû yên bexçeyên zarokan û dibistanan dikevin xizmetê.

Wezîrê Perwerdeyê Alan Hema Seîd îro 27ê Tebaxê ragihand, di dema Kabîneya Nehem de, 152 avahiyên nû ketine xizmetê. Bi vê yekê jî hejmara avahiyên nû di dawiya meha cotmehê de, dibe 194 avahî.

Alan Hema Seîd diyar kir, avahiyên nû li ser bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeyên veberhênanê û xêrxwazên navxweyî û navdewletî hatine temamkirin.

Wezîrê Perwerdeyê aşkere kir jî: Di vê kabîneyê de, me kariye bi avahiyên nû û avakirina odeyên zêde, cihên nû ji bo zêdetir ji 100 hezar xwendekaran di sektora giştî de ava bikin.