Roja sala nû ya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê eşkere bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja 25ê Îlona 2024an, yekem roja sala xwendinê ya nû (2024 - 2025) li Herêma Kurdistanê ye.

Encûmena Wezareta Perwerdeyê ji bo gotûbêjkirina çend babetan îro 5ê Îlonê civiya, diyarkirina salnameya sala nû ya xwendinê ya 2024-2025an jî, yek ji mirarên civînê bû.

Berdevkê Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezaretê biryar da, roja 25ê Îlona 2024an, yekem roja sala nû ya xwendinê (2024-2025) be.

Sala nû ya xwendinê ya 2024-2025an bi beşdariya zêdetirî milyonek û 720 hezar xwendekarên dibistanên fermî û zêdetirî 132 hezar xwendekarên dibistanên nehikûmî li Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Di heyama Kabîneya Nehem de, zêdetir ji 195 avahiyên nû û 460 ode ji bo sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê hatine avakirin û 1660 dibistan hatin nûjenkirin; Di encamê de, cihên nû ji bo zêdetirî 100 hezar xwendekaran di sektora giştî de hatine vekirin.