Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê dixwazin girtîgeh bibe muzexane
Diyarbekir (K24) – Mexdûrên êşkenceyê li ber Girtîgeha Jimare 5 a ku cîhanê de bi êşkenceyên giran ên ser kurdan deng vedaye, kom bûn û daxwaz kirin ku girtîgeha Diyarbekirê bibe Muzexaneya Bîreweriyê û li gorî ku ew rewşa hovane bi awayeke zelal were ravekirin were dirustkirin. Mexdûr dixwazin di pêvajoya çêkirina muzexaneyê de rayedarên dewletê li wan jî bişêwirin.
Endamên rêxistin û partiyên siyasî yên kurd li ber Girtîgeha Jimare 5 a Diyarbekirê kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwestin ku Girtîgeha Diyarbekirê ya ku piştî derbeya leşkeri ya 1980yê tê de êşkenceyên gelek giran li kurdan hatibû kirin bibe muzexaneya bîreweriyê. Girtîgeh 20ê cotmeha 2022yê de hat valakirin û tê çaverêkirin ku wek muzexane ji nû ve were dirustkirin. Mexdûrên girtîgehê dibêjin divê wek muzexaneyek ku bikaribe hemû êş û êşkenceyên li kurdan hatine kirin bide ber çavan were amadekirin.
Mexdûrê êşkenceyên Girtîgeha Diyarbekirê Mehmet Ermîş ji K24ê re got: “Ew rûreşî, ew rojên tarî,ew êşkenceyên giran divê winda nebin, divê neyên jibîrkirin, divê nifşên nû jî bzanin ku li wê girtîgehê çi rû daye. Temenê Kesên wê demê êşkence dîtine niha ser 60î de ye, em dixwazin beriya ku em bimirin em bibînin evder buyî muzexane.”
Mexdûrên êşkenceyan dibêjin armanca derbeya leşkeri û êşkenceyan ew bu ku doza kurd ji holê rabe lê bi ser neket. Mexdûr balê dikêşin ku girtîgeha Diyarbekir ketiye lîsteya 10 girtîgehên herî xirap de ku heta niha ti pirtûk û dokumanteran nekarîne bi awayeke temamî hovîtiya li wan hatiye kirin bide ravekirin.
Mexdûrê êşkenceyên Girtîgeha Diyarbekirê Mevlut Ayaz dibêje: “Beriya salên 80yê min pirtukek derbarê Wîetnamê de xwendibu ku behsa zindanê dikir, min digot ew pirtuk hinek tiştan zêde dibêje, paşê ez ketim girtîgeha Diyarbekir ku 3 qatê wê pirtukê me êşkence dît. Digotin me doza kurd ji holê rakir, lê doza kurd bi kuştin, girtin, êşkenceyê bi dawî nabe.”
Gerînendehiya Muzexaneyên Diyarbekir dide zanîn ku pêvajoya muzexanekirina girtîgehê berdewam e û tê pêşbînîkirin ku di nava 3 salan de Girtîgeha Jimare 5 ya Diyarbekirê wek muzexane were vekirin.