Pirojeyekî weberhênanê li Dihokê zêdetirî du hezar derfetên karî peyda dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Pirojeyekî weberhênanê li parêzgeha Dihokê nêzî du hezar û 500 derfetên karî ji bo welatiyan peyda dike.
Birêveberê Giştî yê Weberhênanê yê Parêzgeha Dihokê Dr. Heval Sidîq îro (Yekşem, 08.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Karên mezintirîn pirojeya candaran û şîremeniyan li ser astê Herêma Kurdistanê, ku li sinorê parêzgeha Dihokê tê bicihanîn, li qonaxa dawiyê ne û di dema kêmtir ji du mehên din de tê vekirin.”
Li dû gotina Birêveberê Giştî yê Weberhênanê yê Parêzgeha Dihokê, ew piroje du hezar û 500 derfetên karî peyda dike û bi gojimê 40 milyon dolaran li ser rûberê hezar donemên erdî tê bicihanîn.
Dr. Heval Sidîq herwesa got, “Ji bilî candaran, ev piroje şîremeniyan jî berhem tîne û kargeha çarekirina bermayîkên candaran jî tê de heye.”
Navbirî eşkere jî kir, “Piştî temambûna vê pirojeyê, berhemê şîremeniyan ê navxweyî cihê berhemê biyanî digire û dikare heta rêjeyeke zêde jî pêdivîtiyên sûkê pir bike.”