Bi amadebûna Serok Barzanî şanoya Dastana Kurdistanê li Dihokê tê pêşkêşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serok Barzanî şanoya Dastana Kurdistanê li Dihokê tê pêşkêşkirin.
Îro (Çarşem, 11.09.2024) bi amadebûna Serok Barzanî şanoya Dastana Kurdistanê li Dihokê tê pêşkêşkirin.
Şanoya Dastana Kurdistanê ku li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê tê pêşkêşkirin behsa westgehên dîrokî yên Kurdan ji serdema Kaweyê Asinger heta 16ê Cotmeha 2017ê dike, vegêrana xebata rizgarîxwaziyê ya Kurdistanê ye bi gelek dîmenên xweşik ên hunerî.
Piraniya rûdanên vê şanoyê ji kitêbên dîrokî yên Serok Barzanî hatine wergirtin, her du weberhêneran Dîndar Îbrahîm û Elî Bîrahîm Piling xerciyên vê şanoyê bi stûyê xwe ve girtine.
Şanoya Dastana Kurdistanê 90 deqîqe ye û 90 ekter jî tevlî wê bûne, bi çavdêriya Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rê ve diçe û ev zêdetirî pênc mehan e ku amadekarî û rahênan jê re tên kirin. Tekista wê jî bi Kurmancî, Soranî, Ingilîzî û Erebî tê parvekirin.