Kovara Bîrnebûnê bi mijareke taybet derket

Bîrnebûn
Bîrnebûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Kovara Bîrnebûnê, ya ku li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn disekine, hejmara xwe ya 90emîn weşand. Vê carê kovar bi mijareke taybet derket pêşberî xwendevanan.

Berpirsê kovarê Alî Çîftçî diyar kir ku ev hejmar ji bo bîranîna Olof G Tandberg, dostê gelê kurd û humanîstekî navdar ê Swêdî yê ku demekê berê koça dawî kiriye, hatiye veqetandin.

Çîftçî bal kişand ser xebatên Tandberg ên ji bo nasandina pirsgirêka kurdan û piştgiriya doza wan a azadiyê li welatên Skandînavyayê.

Kovar vê carê bi du zimanan, kurdî, swedî û îngîlîzî, hatiye weşandin. Nivîskar û lêkolînerên wekî Cemal Alemdar, Omar Şêxmûs, Keya Izol, Georg Kristiansen, Axel Tandberg, Maria Leissner û gelek kesên din bi nivîs û wêneyên xwe beşdarî vê hejmarê bûne.

Kovara ku 3 mehan carek derdikeve di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cûreyên din. Kovar di sala 1997an de li Almanyayê dest bi weşana xwe kiriye û 27 sal in weşana xwe berdewam dike.