Nêçîrvan Barzanî li gel rêkxistinên PDKê li Neynawayê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li gel rêkxistinên PDKê li Neynawayê tekezê li ser mukomkirina pêkvejiyana aştiyane û hevpejirandinê û canê lêborînê di navbera pêkhateyan de dike.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî êvara îro (Yekşem, 15.09.2024) li Dihokê, bi Liqa 14ê ya Mûsilê û Liqa 17ê ya Şingalê û Mekteba Rêkxistinê ya Neynawayê ya PDKê û berpirs û endamên wê re civiya.
Di wan civînan de, danûstandin li ser rewşa rêkxistinên PDKê û erkê wan ê partîtiyê hatin kirin, herwesa di derheqa çalakiyên her du liqan û Mekteba Rêkxistinê ya Neynawayê ya PDKê û pêdivîtiyên wan de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li hev guhertin û behsa bernameya karê wan hat kirin.
Xwezaya sinorê Neynawayê û hebûna pêkhateyên cuda cuda yên olî û neteweyî li wî sinorî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn, tê de tekez li ser giringiya rolê rêkxistinên PDKê di mukomkirina pêkvejiyana aştiyane û hevpejirandinê û canê lêborînê di navbera pêkhateyan de hat kirin.
Rewşa siyasî û îdarî ya deverê û çend pirsên din ên girêdayî wî sinorî mijarên aliyekî din ê wê civînê bûn.