Îran gefa tolhildana êrîşa eliktironî ya Îsraîlê dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekbûyî got, welatê wî dê tedbîrên guncayî ji bo bersivdana êrîşa Îsraîlê li ser balyozê Îranê li Beyrûtê bigire. Serokkomarê Îranê dibêje: “Divê rêxistinên navdewletî erkên xwe bicih bînin.”

Rojên 17 û 18ê Îlonê amûrên pager ên bêtêl ên endamên Hizbullahê li gelek deverên Libnanê teqiyan û di encamê de 12 kes hatin kuştin û dora 2800 kesên din birîndar bûn. Herwiha Balyozê Îranê li Libnanê Mojteba Amanî jî birîndar bûbû.

Di vê derbarê de, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 19ê Îlonê peyameke sersaxiyê ji gelê Libnanê re şand û bang li rêxistinên navdewletî kir ku erk û berpirsyariyên xwe bicih bînin.

Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekgirtî jî Emîr Seîd Îrvanî nameyek pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî û Encûmena Giştî kir.

Îrvanî got: Komara Îslamî ya Îranê dê li gorî peymanên navdewletî, rêkarên guncayî ji bo bersivdayîna kiryarên hovane û binpêkirina yasayî ya Israîlê bigire ku di encamê de, balyozê Îranê li Beyrûtê birîndar bûye.

Herwiha got, welatê wî bi ciddî lêkolînê li ser êrîşa li dijî Balyozê Îranê li Libnanê dike û bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayişê kir ku “bi tundî kiryarên terorîstî û tawanên hovane yên Îsraîlê li dijî nûnerê dîplomasî yê Îranê li Libnanê” şermezar bikin.