Nûnerê Serok Barzanî tevlî merasîmên salvegera 75ê ya Komara Çînê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Serok Barzanî tevlî merasîmên bîranîna salvegera 75ê ya damezrandina Komara Çînê ya Milî li Hewlêrê bû.
Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî duhî (Pêncşem, 19.09.2024) êvarê, wekî nûnerê Serok Mesûd Barzanî tevlî merasîmên bîranîna salvegera 75ê ya damezrandina Komara Çînê ya Milî li Hewlêrê bû.
Merasîmên bîranîna salvegera 75ê ya damezrandina Komara Çînê ya Milî ji aliyê Konsulxaneya Komara Çînê ve li bajarê Hewlêrê hatibûn rêkxistin.
Her di nav wan merasîman de, Hoşyar Zêbarî silav û pîrozbahiyên Serok Mesûd Barzanî gehandin Liu Jun, bi helkefta bîranîna salvegera 75ê ya damezrandina Komara Çînê ya Milî.
Her di nav merasîmên bîranîna salvegera 75ê ya damezrandina Komara Çînê ya Milî de, gelek çalakiyên hunerî û çandî jî hatin pêşkêşkirin.