Romana Erebê Şemo bi nivîsa xwe ya orîjînal bo zimanê Tirkî hat wergerandin

Romana Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurmanca” ev cara ewil e ku ji aliyê weşanxaneyekê ve ji metna wê ya orîjînal bo zimanê Tirkî hat wergerandin.

Hewlêr (K24) - Romana Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurmanca” ev cara ewil e ku ji aliyê weşanxaneyekê ve ji metna wê ya orîjînal bo zimanê Tirkî hat wergerandin.

Şivanê Kurmanca, di dîroka wêjeya Kurdî de romana yekemîn bi zimanê Kurdî ye. Ev roman ji aliyê Erebê Şemo hatiye nivîsandin.

Roman bi alfabeya latînî ya Marogûlov, sala 1935an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin.

Piştre ji bo zimanê Rûsî hatiye wergerandin. Bazîl Nîkîtîn di sala 1946an de ev pirtûk ji Rûsî wergerandiye Fransî û Nûredîn Zaza jî di 1947an de, ew ji Fransî wergerandiye Kurmancî.

Pirtûk sereboriyên niviskar ya dewra zaroktî û xortaniya wî û koçerên Kurd ên Qafqasê ye. Erebê Şemo li dora biraninên dewra zarotî û xortaniya xwe, rewşa civati ya Kurdên Qafqasyayê ji bihûrbilî û bi hosteyî dihone û weke berr û mafêreke rengîn a destkariya keçeke Kurd a bengî radixe ber çavên xwendevanan.

Ev romana, cara ewile ku ji aliyê Weşanxaneya Yazilamayê ve ji metna wê ya orîjînal bi tirkî hat wergerandin.

Wergera pirtûkê ji aliyê Kamuran Demîr û Ozkan Oztaş ve hatiye kirin.

Kamuran Demir
Kamuran Demir

DEMÎR: ÇÎROKA WERGERÊ TEVLIHEV E

Kamuran Demir li ser wergera tirkî ya pirtûka Şivanê Kurmanca, ji K24ê re got, “Çîroka wergera vê romanê zehf tevlihev e.”

Demir, wisa got: “Em nizanin pirtûk wê demê bi çend zimanan hatiye wergerandin, lê wergerên rûsî, tirkî û fransî hene. Bi taybetî, hêjayî gotinê ye ku gelek guhertoyên wergerê yên pirtûkê hene ku dikarin jê re “wergera wergerê” bê gotin. Bo nimûne, wergera bo tirkî di sala 1977de hatiye kirin û bi vê şiklîye: Kurdî >Rûsî >Frensî >Kurdî > Kurdî > Tirkî'. Li gorî agahiyên di destê me de, em dikarin bibêjin ku Kemal Burkay kesê yekem e ku pirtûk wergerandiye tirkî. Dûv re, di 1978an de, Gani Bozarslan ew wergerand, lê ev werger ne orîjînal e.”

Ozkan Oztaş
Ozkan Oztaş

OZTAŞ: LI SOVYETAN GELEK XEBAT HEBÛN

Wergêrê din ê pirtûkê Ozkan Oztaş, li ser peyamên kitêbê axivî û qala pêwendiyên Kurd û Rûsan ên wê demê kir.

Ozkan Oztaş ji K24ê re axivî û got, “Têkiliyên Kurdan ên bi Yekîtiya Sovyetê re di vê serdemê de hem ji aliyê dîrokê ve û hem jî ji bo lêkolîna çand û dîroka Kurdan gelekî hêja ne.”

Oztaş, gotinên xwe wisa berdewam kir: “Yekemîn fîlma di dîroka kurdan de, romana yekem, rojnameya herî demdirêj, şano, xebatên ku di Radyoya Yerevanrîvanê de hatine kirin ... Ev hemû li cihekî ji Kurdistanê dûr têne çêkirin. Tevî ku li gelek deverên herêma Laçîn-Kurdistana Sor wek Gurcistan, Kazakistan, Azerbaycan Kurd dijîn, navend Ermenistan e. Bi taybetî lêkolînên di navbera 1925 û 1935an de hatine kirin bingeha hilberên li vir pêk tîne. Ev xebat jî bi Destûra Bingehîn a Sovyetê ya 1936an têne garantî kirin.”

Erebê Şemo
Erebê Şemo

 

EREBÊ ŞEMO KÎ YE?

Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye.

Erebê Şemo ji malbatek şêxên Êzîdiyan bû. Şemo di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê.

Erebê Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser kare paletiyê dibe. ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkî, osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.

Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kir û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anî. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.

Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 - 1954an de tam 17 salan li Sibirya'yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Mariya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.

Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.

Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”

Fly Erbil Advertisment