Simaqê Akrê hinardeyî derve tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Akrê 45 ton simaq ji bo hinardekirina bo Tirkiyeyê hatiye amadekirin. Ev pêngav weke beşek ji hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dîtin ku piştgiriyê bide berhemên navxweyî û bazara wan li derveyî welat peyda bike.
Mesûd Mihemed Elî, bazirganekî deverê, ji K24 re ragihand: "Me 45 ton simaqê sor amade kiriye da ku hinardeyî Tirkiyeyê bikin. Nirxê wê baş e, kîloyek bi 5 hezar heta 5,700 dînaran e. Eger ev simaq nehatiba hinardekirin, dibe ku nirxê wê ewqas bilind nebûya."
Wî herwiha diyar kir ku berî çend rojan 8 ton şandiye Tirkiyeyê û dê ev pêvajo heta destpêka baranê berdewam bike.
Bazirganan tekez kir ku hinardekirinê bandoreke erênî li ser aboriya cotkaran kiriye. Mesûd Mihemed Elî got: "Hinardekirina simaqê sûdeke mezin ji bo cotkaran heye. Cotkarên me girîngiyeke taybet didin çandina simaqê ji ber ku niha bazareke wê ya baş heye."
Elî rewşa par û îsal da ber hev: "Par ji ber ku simaq nehate hinardekirin, me kîloyek bi 3 hezar heta 3,500 dînaran dikirî. Lê îsal bi saya hinardekirinê nirx bilind bûye." Wî herwiha spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgiriya wî û hêsankariyên li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl û Firokexaneya Hewlêrê.
Bazirganekî din ê bi navê Sîrwan, qada hinardekirina simaq hîn berfirehtir nîşan dide û dibêje ku wî simaq şandiye gelek welatên Ewropa û Asyayê.
Sîrwan got: "Min simaq hinardeyî Çîn, Norwêc, Swêd, Danîmark, Almanya, Îran, Tirkiye û Urdinê kiriye. Îsal bi taybetî daxwazeke mezin li ser simaqê Zêbarê heye, ji ber ku ciwan e û bi tam e."