Li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê Rojên Pirtûkên Kurdî tê li darxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê Çalakiya Rojên Pirtûkên Kurdî tê lidarxistin. Weşanger dibêjin ev yek dibe wesîle ku xwîner û nivîsker hevdîtinan bikin, nivîskar jî dibêjin bo belavbûna hişmendiya xwednina pirtukên kurdî çalakiyên wisa girîng in û divê zêdetir bibin.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve di sedsaliya Serhildana Şêx Seîd û rêhevalên wî de li Qada Şeîd çalakiyek ciyawaz tê li darxistin. Çalakiya bi navê Rojên Pirtûkên Kurdî dê heta 1ê Hezîranê navbera demjimêr 11 û 8ê de vekirî be. Di Rojên Pirtûkên Kurdî de 33 weşanxaneyan standên xwe danîne û li benda xwînerên kurdî ne. Weşanger dibêjin çalakiyên wisa dibin wesîle ku nivîskar û xwîner werin cem hev.

Weşanger Ahmet Kilîl ji K24ê re got: “Ez hêvî dikim pirtukên kurdî werin firotin û werin xwendin, bo wê ev pêşangeh girîng e.”

Weşanger Songul Keskîn dibêje: “Li Diyarbekirê, li derve ev pêşangeh tê li darxistin, ji ber wê problem e, cara yekem e vê qadê rojên pirtûkên kurdî tê li darxistin sedsaliya Şêx Seîd e jî.”

Rojên Pirtukên kurdî dê 45 stand hatine danîn û ji pirtukên dîrokî heta pirtûkên fêrkirina zimanê kurdî bi hezaran pirtûk cih digirin. Nivîskar û xwîner dibêjin bo belavbûna xwendina bi kurdî divê çalakiyên wisa zêde bibin.

Nivîskar Seîd Veroj got: “Wek fikir ev çalakî baş e ku nivîskar û xwîner tên cem hev.”

Xwedevan Ecrîn Demîr dibêje: “Ez pirtûkên kurdî hes dikim, gelek dixwînim, ji ber wê hatm vê derê.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment