Hejmarek şêwekarên Kurd beşdarî Sîmpozyuma "ON TOP" li Almanyayê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek şêwekarên Kurd, li gel şêwekarên navdar ên cîhanê, beşdarî Sîmpozyuma Hunerî ya Navdewletî "ON TOP" dibin, ku dê li bajarê Krefeld ê Almanyayê bê lidarxistin. Di sîmpozyumê de, ku dê weke kargeheke hunerî ya vekirî be, dê hunermend berhemên xwe li ber çavê xelkê biafirînin û piştre di pêşangeheke hevbeş de nîşan bidin.
Foruma Hunerî ya "ON TOP" wênesaz û peykersazên xwedî ezmûn ji neteweyên cuda yên weke Elman, Rûs, Îngilîz, Fars û Ereban tîne cem hev. Ji Kurdistanê jî çend hunermendên Kurd beşdar dibin. Di vê kampa hunerî de, her hunermend bi awayekî azad, li gorî şêwaz, materyal û bîr û baweriyên xwe yên taybet karê xwe dike.
Wênesazê Kurd Heme Haşim ku yek ji beşdarên sîmpozyumê ye, derbarê çalakiyê de agahiyên taybet dan K24 û got: "Sîmpozyum dê hefteyekê, ji 15ê heta 22ê Tebaxa 2025an, li bajarê Krefeldê bidome. Ev kamp kargeheke hevbeş e ji bo hunermendên ku xwedî raman, şêwaz û çandên cuda ne. Fikra bingehîn a sîmpozyumê pêvajoyeke xebatê ya vekirî û civakî ye, ango hunermend dê li wir berhemên xwe çêbikin û paşê di pêşangehekê de nîşan bidin."
Haşim herwiha amaje pê kir, diruşma îsal a sîmpozyumê "Parastin" e, ku bi guhertinên cîhanî ve girêdayî ye. Ew dibêje: "Ev mijar komek pirsan derdixe holê ku hunermendan dixe bin berpirsiyariya parastina jîngehê û ezmûnên civakî yên mirovdostane. Di heman demê de, em hemû beşdar ji aliyê teknîkî û fikrî ve îhamê ji hev werdigirin."
Yek ji taybetmendiyên vê sîmpozyumê ew e ku deriyê wê ji serdaneran re vekirî ye. Heme Haşim diyar kir: "Têkilî bi serdaneran re xwedî girîngiyeke taybet e. Temaşevan dikarin werin û rasterast li ser materyal û ramanan bi hunermendan re guftû bikin."
Hunermendên beşdar, piştî ku ji bo vê foruma girîng hatine vexwendin, dê piştî bidawîbûna karên xwe, berhemên xwe di pêşangeheke hevbeş de nîşan bidin.