Paytexta Newrozê zêdetir tê pêşxistin

Yek ji ahengên Newrozê
Yek ji ahengên Newrozê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê qezaya Akrê wekî Paytexta Newrozê hat destnîşankirin, ew bajar amadekariyan dike ku di salên pêş de mêvandariya ahengên fermî yên Newrozê bike.

 

Ahenga salane ya Newrozê bi tevlîbûna berpirsên payebilind tê kirin

 

Rêveberê Geştyariyê yê Akrê Emîn Selîm îro (Sêşem, 19ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Ji niha û pê ve, Newroz dê bi awayekê fermî li Akrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şandeyên hikûmetê, balyoz û nûnerên welatan bê pîrozkirin.”

Li gorî gotina Emîn Selîm, cihê sereke yê vê cejnê li Serê Girî li Akrê dê bê guhertin. Avahiyê rewşenbîrî, Radyoya Akrê û birc dê bên rakirin û li şûna wan holeke mezin dê bê çêkirin. Herwesa Peykerê Kaweyê Hesinkar jî dê wekî sembola Newrozê bê danan.

 

Projeyeke stratejîk a geştyariyê tê bicihanîn

 

Rêveberê geştyariyê yê Akrê amaje jî da, “Di çarçoveya bizavên pêşxistina jêrxaneya geştyarî li Akrê de, projeyeke mezin a geştyariyê bi bihayê 150 milyon dolaran li ser rûberê 446 donimên erdî tê bicîhanîn.”

Emîn Selîm eşkere jî kir, “Qonaxa yekê ya vê projeyê li ser rûberê 88 donimên erdî hatiye destpêkirin û ji avakirina hotel, motel, xwaringeh, akwapark û parkên rawestandina timbêlan pêk tê. Ev proje dê du hezar û 500 geştiyaran bihewîne, ku ev jî ji bo pirsgirêka kêmiya cîhên manê yên geştiyaran li wî bajarî çareseriyeke guncayî ye.”

Navbirî tekez jî kir, “Temambûna van projeyan dê Akrê ji bo geştiyaran bike navendeke geştiyariyê ya girîng û kampanyayek, ku bikarin ji wê derê serdana bajarên din ên wekî Dihok û Hewlêrê bikin.”

Akrê ku di warê geştiyariyê de xwedî dîrokeke dirêj e û ji sala 1940ê ve wekî herêmeke geştiyariyê tê zanîn, dê bi saya van projeyan bikeve qonaxeke nû ya pêşkeftina geştiyariyê.

Tê pêşbînîkirin ku, nasandina Akrê wekî paytexta Newrozê û bicihanîna projeyên geştiyariyê bibe sedema zêdebûneke berçav a hejmara geştiyarên navxweyî û biyanî.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment