Li Nexweşxaneya Çomanê beşa "CT Scan" a nûjen hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzincî, ji bo cara yekem li qezaya Çomanê, beşa CT Scan li Nexweşxaneya Giştî ya Çomanê hat vekirin. Wezîrê Tenduristiyê ragihand, ev amûr yek ji yên herî nûjen e û ev pêngav beşek e ji plana hikûmetê ji bo gihandina xizmetguzariyên wekhev bo hemû deveran.

Dr. Saman Berzincî îro 21ê Tebaxê di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, dabînkirina vê amûra nû beşek e ji plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gihandina xizmetguzariyên tenduristiyê bi awayekî wekhev bo hemû herêmên Kurdistanê. 

Herwiha got: "Amûra ku bi bihayê 197 milyon dînaran hatiye dabînkirin, ji aliyê hûrbînî, hejmara tîrêjan û lezatiyê ve yek ji corên herî nûjen ên CT Scan e."

Wezîrê Tenduristiyê herwiha da zanîn jî, amûr xwedî şiyana kişandina wêneyên tîşkî yên dil (Mîfras) jî ye, ku ev yek dê alîkariyê bide kesên nexweşiya dil bi wan re heye da ku beriya qesterê (neştergeriya dil) sûdê jê werbigirin.

Dr. Saman Berzincî tekezî li ser wê yekê jî kir, niha piraniya pisporiyên bijîşkî li qeza û nahiyeyên Kurdistanê berdest in û gelek corên neştergeriyan wek şikestin û zarokanînê li Çomanê tên kirin.

Derbarê pêşxistina sektora tenduristiyê de, Dr. Saman Berzincî got: "Tevî qeyrana darayî jî, zêdetirî 18 navendên pisporiyê, 31 nexweşxane û 32 binkeyên tenduristiyê li seranserê Herêma Kurdistanê hatine avakirin û kar ji bo dabînkirina xizmetguzariyên zêdetir berdewam e."

 
 
Fly Erbil Advertisment