Li Efrînê reqekî deryayî yê 50 milyon salî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeke navdewletî ya zanyaran, li nêzîkî bajarê Efrînê, cureyekî nû yê bermaya reqekî deryayî ku heta niha nedihat zanîn, vedît. Ev cureyê ku temenê wî digihîje 50 milyon salî, bi navê "Syriemys lelunensis" hatiye binavkirin û weke yekem bermaya birbiredar (vertebrate) a ku bi awayekî fermî ji Sûriyeyê tê tomarkirin, derdikeve pêş.

Dîtin, ji qalibekî hundirîn ê bi temamî parastî yê qalikê, ligel beşên qalikê zik (ventral), hestiyên hewzê û lingên paşîn pêk tê. Bermaya erq, xwedî qalikekî hêkî-teşe ye ku baş hatiye parastin û dirêjahiya wê 53 santîmetre û firehiya wê jî 44 santîmetre ye.

13 salan li ofîseke Helebê hatibû ragirtin

Wefa Adil Elhelebî, paleontologeke Sûrî-Brezîlyayî û nivîskara sereke ya lêkolînê ji Zanîngeha Sao Paulo, diyar kir: "Piştî ku di sala 2010an de di encama teqîneke li kevirbirxaneya gundê Turindê ê nêzî Efrînê hatin dîtin, perçeyên hestiyan 13 salan li ofîsa Rêveberiya Giştî ya Jeolojî û Çavkaniyên Mîneral a li Helebê hatin ragirtin."

Elhelebî diyar kir jî: "Me niha ligel hevkarên xwe yên ji Brezîlya, Sûriye, Almanya, Libnan û Kanadayê, karî vî ajalî bi awayekî zanistî rave bikin."

Girîngiyeke mezin a zanistî

Cureyê nû yê "Syriemys lelunensis" ne tenê yekem bermaya birbiredar e ku ji Sûriyeyê tê tomarkirin, di heman demê de delîla herî kevn a naskirî ya koma "Stereogenyini" pêşkêş dike, ku komeke nemabûyî ya reqên stû-xwar in. Ev vedîtin dîroka pêşveçûna vê komê zêdetirî deh milyon salan paş de dibe.

Ji bo destnîşankirina temenê bermaya wî reqî, lêkolîneran mîkroorganîzmayên biçûk ên bi navê "foramînîfera" yên ku ji kevirê derdorê hatibûn derxistin, analîz kirin. 

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment