PWK: Em êrîşa nîjadperestî ya 6 û 7ê Îlona 1955ê rûreş dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di salvegera 70emîn a bûyerên 6 û 7ê Îlona 1955an de, bi daxuyaniyekê êrîş û komkujiyên li dijî gelên nemisilman ên weke Rûm, Ermenî û Cihûyan hatibûn kirin, şermezar kir. PWKê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev êrîş ji aliyê "hêzên tarî yên Dewleta Tirkîyeyê" ve hatine organîzekirin.
Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê wiha ye:
Em êrîşa nîjadperestî ya 6 û 7ê Îlona 1955ê rûreş dikin
Di rojên 6 û 7ê Îlona 1955ê de, bi organîzekirina hêzên tarî yên Dewleta Tirkîyeyê û bi destê nijadperestên Tirk ve, li bajarên Stenbolê û Îzmîrê,, li himberî gelên ku nemisilman in(Rûm, Ermenî Yahûdî) qetlîam û êrîşeke nemirovane hate li dar xistin.
Di van 2 rojan de, nijadperestên Tirk, 15 kesên nemisilman kuştin nêzîkî 300 kesî birîndar kirin û tecawuzî bi sedan jinan kirin.
Herweha di van 2 rojan de nijadperestên Tirk 4214 xanî,1004 dikan,73 dêr, sînegogek, 2 manastir, 26 dibistan, gelek qebrîstan, fabrîqe, hotêl, restaûrant û bar jî di nav de, êrîş birin ser 5317 cîh û waran, gelek der şewitandin, talan kirin, xera kirin.
Hêzên tarî û kûr yên Dewleta Tirkîyeyê bi van êrîşên nîjadpersetî, ji alîyekî ve xwestin gelên nemisilman, bi taybetî jî gelê Rûm ji Tirkîyeyê derxîne, rê veke ku ji Tirkîyeyê birevin, herin; ji alîyekî ve jî xwestin dest deynin ser mal û milkên gelên nemisilman da ku sermaye dest biguherîne, bikeve destê Tirkan.
Em di 70yemîn salvegera van êrîş û qetlîaman de, hemû hêzên veşartî û yên eşkere yên ku ev êrîş plan kirine û bicîh anîne, rûreş dikin.