Welatiyekê Bexdayê: Neseqamgiriya Kurdistanê yanî neseqamgiriya Îraqê

Welatiyên Îraqê ji êrîşên dronî yên komên çekdar nîgeran in

Navenda Nûçeyuan (K24) – Hejmareka zêde ya welatiyên Îraqê amajeyê didin wê yekê ku têkçûna rewşa Herêma Kurdistanê di berjewendiya wan de nîne û her dema rewşa Hewlêrê neseqamgir bibe dê bandor li ser bajarên din jî yên Îraqê hebe.

Komên çekdar li nav axa Îraqê êrîşên dronî dikin ser bingehên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Şemiya borî, 30ê Berçileya 2023ê, seet 11:45 ê şevê jî bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheka Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hat kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de got, “Çi zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne, tenê zirarên madî hene”.

Ev komên Heşda Şebî ku van êrîşan dikin wekî hêzên nêzî Îranê tên hesibandin, lê Hikûmeta Îraqê heta niha çi rêkarên ewlehiyê li bernaberî wan bi cih neanîne û berdewam êrîşî Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên fermî dikin.

Welatiyên Îraqê wesa difirkirin ku têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê di berjewendiya wan de nîne û wekî ew bi xwe dibêjin, berdewamiya van êrîşan dê bandoreka xirab li ser ewlehiya ya welatê wan hebe.

Elî Ehmed ku welatiyekê Bexdayê ye dibêje, “Ez wesa dibînim ku eger rewşa Herêma Kurdistanê têk biçe, bandor dê li ser Bexdayê jî hebe. Bawer bikin, neseqamgiriya Herêma Kurdistanê yanî neseqamgiriya Îraqê ji ber ku me peywendî bi hev re heye û em bi hev re girdayî ne”.

Gazin zêdetir ji Hikûmeta Îraqê tên kirin ji ber ku heta niha nekariye nasnameya wan koman eşkere bike, daxwaz jî tê kirin ku êrîşên wan koman bi rêya pirojeqanûnan li perlemanê wekî tawan bên nasandin.

Serokê Partiya Umeyê ya Îraqî Mehmûd Egêlî pêdivî dibîne ku, piştî hilbijartina Serokê Perlemanê, Perlemana Îraqê civîneka neasayî rêk bixe û lijneyên ewlehiyê û bergiriyê û Serokwezîrî jî gazî bike û ji bo tevaya xelkî bê ronkirin ka çima êrîşî dezgehên dewletê tê kirin.

Li bernaberî wê êrîşa li ser bingeheka Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hatiye kirin, Hikûmeta Herêma Kurdisatnê daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dike ku pêngavên kiryarkî ji bo sizadana wan koman biavêje.