Li Sûra Diyarbekirê pêşangehek ji berhemên zarokan hat vekirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê xwendekarên dibistanê li nav Sûrê pêşangehek vekir û berhemên xwe yên di nav salekê de li dibistanê çêkirinê dan nîşandan. Di nava berhemên zarokan de kesatiyên navdar û remzên dîrokî jî hene. Perwerdekaran bal kêşadin ku gelek girîng e li gel amûrên teknolojîk zarok şiyanên xwe di qadên wisa hunerî de jî nîşan bidin.

Li Diyarbekirê di Mûzexaneya Keleha Navîn a Sûrê de pêşangeheke rengîn hat lidarxistin. Di pêşangeha ku ji wêne û pêykeran pêk tê de zarokên temenê wan di navbera 12-16ê de ne berhemên xwe yên li dibistanê çê kirine dan pêşkêşkirin. Mamostayên ku zarokan fêrî wêne û çêkirina peykeran dikin jî amaje kirin ku zarok çi qasî zû hunerê binasin û bikaribin bi keda destê xwe berhemek biafirînin ev yek ew qasî feydeyî dide perwerdehiya wan jî.

Mehmet Gurbuz ku mamosta ye di vî warî de got, “Me xwest ku li devereke dîrokî zarok berhemên xwe nîşan bidin. Zarok bi berhemên xwe me dibin dîrokê û bi avahiyên wisa jî dîrok tê cem me.”

Lokman Dogan ku ew jî mamosta ye amaje da, “Di pêşangeha ji berhemên zarokan pêk tê de 60 berhemên ku nava salekê de hatine çêkirin cih digirin ku tê de kesatiyên dîrokî û remzên mezopotamyayê jî cih digirin. Ev cara yekê ye ku ev zarok bi berhemên xwe tevlî pêşangehekê bûne bi vê yekê keyfxweş bûn.

Befrîn Fîdan ku yek ji xwendekaran e got, “Me hem berhemên ji axê çê kirine, hem jî wêne. Em keyfxweş in.”

Fatma Kiratli ya xwendekar jî eşkere kir, “Me xebatên xwe yên salekê berhev kirin û me anî ku nîşanî mirovan bidin.”

Mamosta balê dikêşin ku zarok piraniya demê xwe bi amûrên elektronîk derbas dikin û zarok çi qasî bi berhemên wisa mijûl bibin ew qasî xwe û şiyanên xwe baştir dinasin.”