Rojbîn Kizil klîpeke nû ya bi navê “Tembura Destê Min” belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd Rojbîn Kizil klîpeke nû ya bi navê “Tembura Destê Min” belav kir, tê de çîrokeke evînî tê de heye.

Derbarê vê berhema nû de, Hunermenda Kurd Rojbîn Kizil ji K24ê re got: Klîpeke min bi navê “Tembura Destê Min” e. Gotin û awaz min daniye û klîp ji aliyê Zana Kizil ve hatiye kişandin.

Rojbîn Kizil diyar kir jî, klip li gundê Girêmîra a bi ser Nisêbînê ve ku gundê wê ye û li Heskîfê hatiye tomarkirin.

Hunermend Rojbîn Kizil diyar kir jî, bi xwe muzika xwe li studioya xwe qeyd dike û klipa xwe jî bi xwe tomar dikê.

Rojbîn Kizil got jî: “Ez li Elmanyayê jidayîk bûme û ez li vir dijîm. L ez bi eslê xwe ji gundê Girêmîra yê navçeya Nisêbînê me. Ez li Almanyayê zaningehê beşa mafnasiyê dixwînim.”

Rojbîn Kizil bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê jê got: “Ez bang li hemû gelê me dikim ku li her cihî û li her qadê hertim li zimanê xwe xwedî derbikevin û biparêzin. Em bi zimanê xwe kurd in.”